Li Celle di navbera ciwanan û polîsan de alozî
Li Celle di navbera ciwanan û polîsan de alozî
Li Celle di navbera ciwanan û polîsan de alozî
Li bajarê Elmanya Celleyê di navbera ciwanên Kurd ên ku dixwestin çalakî li dar bixin û polîsên Elman de alozî rû da.
Nêzî 700 ciwanên Kurd ên ku li bajarê Celle yê Elmanyayê bi pankart, al û flamayan daketin qadan, dirûşimên dilsoziya bi berxwedana Kobanê re qêriyan. Polîsên Elman tedbîrên berfireh girtin û destûr nedan meşa Kurdan. Ji ber vê jî alozî di navbera polîs û ciwanên Kurd de çêbûn.
Ciwanên Kurd ên ku helwesta polîsan şermezar kirin, bi israr dixwazin meşa xwe bidomînin. Polîsan derdora ciwanan girtin. Alozî didome.