Li Çankiri 2 namzetên HDP'ê hatin binçavkirin
Namzetên HDP'ê yên Çankiri Selvînaz Goçmez û Huseyîn Karakaş ên ji ber êrîşa li hemberî çavdêrên HDP'ê çûn cihê bûyerê, hatin binçavkirin. Bi namzetan re 4 HDP'yî hatin binçavkirin.
Namzetên HDP'ê yên Çankiri Selvînaz Goçmez û Huseyîn Karakaş ên ji ber êrîşa li hemberî çavdêrên HDP'ê çûn cihê bûyerê, hatin binçavkirin. Bi namzetan re 4 HDP'yî hatin binçavkirin.
Li Lîseya Cûmhûriyet Anadolû ya Çankiriyê, hewl hat dayîn HDP'yiyek bê lînckirin. Li ser vê yekê namzetên HDP'ê yên Çankiri yên parlamenteriyê Selvînaz Goçmen û Huseyîn Karakaş çûn cihê bûyerê.
Lê belê Goçmen û Karakaş ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û tevî 2 HDP'yiyên din ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Asayîşa Goçmez.