Li Çanakkale nîjadperestan êrîş kir: 2 birîndar
Li Çanakkale nîjadperestan êrîş kir: 2 birîndar
Li Çanakkale nîjadperestan êrîş kir: 2 birîndar
Xwendekarên bi navê Selahattîn Oztekîn û Volkan Tan ên li Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Bîga dixwînin, di encama êrîşa nîjadperestan de birîndar bûn. Polîsan yek ji xwendekarê rastî êrîşê hat, kirin binçavan.
Li navçeya Bîga ya Çanakkale xwendekarên Kurd Selahattîn Oztekîn û Volkan Tan dema danê êvarî diçûn mala xwe, rastî êrîşa komeke nîjadperest a ji 7 kesan hatin. Ji xwendekarên ku li Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Çanakkale dixwînin, Oztekîn ji ber serê wî şikest rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çanakkale. Leşkerên hatin cihê bûyerê Tan ê rastî êrîşê hat binçav kirin û birin Qereqola Jendermeyan a Bîga.