Li Bûrsayê li dijî Romanan êrîşa nijadperestî

Li Bûrsayê li dijî Romanan êrîşa nijadperestî

Pevçûna ku di navbera cîranên li Taxa Gumuştepe ya li navçeya Osmangaziya Bûrsayê rûda, vegerî êrîşa nijadperestî ya li dijî Romanan.

Bûyer li Taxa Gumuştepe ya navçeya Osmangaziyê rû da. Li gorî îdiayê, di demjimêrên duh sibehê de nîqaşa di navbera malbatekî Roman û ya cîran de nîqaş derket û vegerî pevçûnê. Di bûyera ku tifinga pompeyî hate bikaranîn de jinek sivik birîndar bû.

Piştî xwarina fitarê ev bûyer li dijî Romanan vegerî êrîşekî nijadperestî. Qelebalixekî hêjmara wan qasî hezarî li dijî Romanan sloganên nijadperestî avêtin û meşiyan taxê. Koma ku otomobîlek, gelek wesayîtên hespan û barakayên li nêzî malan şewitandin û malên Romanan dan ber keviran.

Piştî ku polîsan anons kir, koma nijadperest bilav bû û hate ragihandin ku 20 kes hatine binçavkirin.