Li Bûrsayê girtin, li Mersînê binçavkirin
Li Bûrsayê 6 HDP’yî hatin girtin, li Mersînê jî heman malbatê 4 kes hatin binçavkirin.
Li Bûrsayê 6 HDP’yî hatin girtin, li Mersînê jî heman malbatê 4 kes hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên bi destê AKP'ê tên kirin didome.
BÛRSA
Di vê çarçoveyê de li Bûrsayê 12 roj berê girtibûn ser malên rêveberên HDP’ê û 8 kesên ku li vir hatibûn binçavkirin duh şev anîn Edliyeya Bûrsayê. 8 kes ji bo girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Hevseroka Bajêr a HDP’ê ya Bûrsayê Yuksel Akgun jî tê de 6 kes hatin girtin û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Sedema kesên hatine girtin jî daxuyaniyên çapemeniyê, serdananên şînê û parvekirinên medyaya civakî ye.
MERSÎN
Li Mersînê jî piştî çalakiya duh a li dijî wesayîta polîsan, li taxa Demîrtaşê ya Toroslarê polîsan girt ser gelek malên ku paşnavê wan Tûgrûl e. Di çarçoveya operasyonê de Munîr Tûgrûl, Abdulkerîm Tûgrûl, Şefîk Tûgrûl û Sakîne Tûgrûl hatin binçavkirin.
Diya Munîr Tûgrûl, Taybet Tûgrûl diyar kir ku polîsan derî şikandine û got, “Em li erdê dirêj kirin û pê li me kirin. Ev tişt li ber çavê zarokên biçûk hate kirin. Gotin ku, ‘Kê teqîna duh kiriye. Nav bidin me, yan na em ê we hemûyan bibin.”
Yên hatin binçavkirin birin Gerînendetiya Emniyetê ya Bajêr.