Li Bûrsayê agir bi malekê ket ku malbateke Sûriyeyî lê bû: 9 kes mirin, 8 jê zarok in
Li Bûrsayê li avahiyeke çar qatî agir bi malekê ket ku malbateke Sûriyeyî tê de bû. Hate ragihandin ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dane, 8 ji wan zarok in.
Li Bûrsayê li avahiyeke çar qatî agir bi malekê ket ku malbateke Sûriyeyî tê de bû. Hate ragihandin ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dane, 8 ji wan zarok in.
Hate ragihandin ku ji ber sobeyê agir bi qatê duyemîn ê avahiya li taxa Degîrmenonu ketiye.
Li gorî rayedaran, ji ber şewatê Amîna Sûriyeyî tevî 6 zarokên xwe yên ji 1 heta 11 salî û 2 biraziyên xwe jiyana xwe ji dest da. Her wiha 4 kes ku yek jê zarok e ketin bi bandora giran a dû.