Li Bûrsa, Kocaelî û Tekirdagê Newroz hat pîrozkirin

Li Bûrsa, Kocaelî û Tekirdagê Newroz bi girseyî hat pîrozkirin.

Li Kocaelî, Bûrsa û Tekirdag Newroza bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pîrozkirin.

KOCAELÎ

Li Kocaeliyê gel li qada Bazarê ya Mevlanayê ya li Gebzeyê li hev kom bû. Tevî baranê jî ji heftê saliyan heta heftê saliyan her kes tevlî Newrozê bû. Qada Newrozê bi pankartên li ser “Her der Newroz, her dem azadî”, “Newroz dê dawî li selteneta Dehaqê zalim bîne" û "Em li ser rêça Kawayên Hemdem agirê Newrozê gur dikin" nivîsandî û alayên HDP û Partiya Çepgir a Keskan hat xemilandin. Di pîrozbahiyê de tim dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan", "Berxwedan jiyan e", "Hikûmet îstifa" û "HDP gel e, gel li vir e" hatin berzkirin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin. Paşê beşdar axivîn. Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû diyar kir ku tevî hemû astengiyan jî gel qada Newrozê tije kiriye û got: "Ma li vî welatî qey tecrîd tune ye? Em ê vê tecrîdê biqedînin."

Paşê nameya Hevseroka HDP'ê ya Gebzeyê Damla Bagciyê ku di Girtîgeha Kandirayê ya Hejmara 1 a Tîpa F'yê de hat xwendin.

Piştî xwendina nameyê Fevzî Dogan, birayê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Dayikên Aştiyê û jinan agirê Newrozê vêxistin.

Paşê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Hakan Ozturk axivî. Ozturk bal kişand ser têkoşîna gel a rêxistinbûyî. Hevberdevka Platforma Piştevaniay Sosyalîst (SODAP) Kezban Konûkçûyê jî got: "Di şexsê rêberê gelê kurd de gelê kurd tê tecrîdkirin. Pirsgirêka Kurdî ancax bi diyalogê bê çaresekirin. Rêya diyalogê jî diyar e, di Îmraliyê re derbas dibe."

Pîrozbahî bi stranên hunermend Şahîn Farqîn bi daqî bû.

Hat diyarkirin ku di dema belavbûna girseyê de Rêveberê Partiya Çepgir a Keskan a Navçeyê Ferdî Fatah û Beyza Nûr Ozmen a 13 salî hatine destgîrkirin.

TEKIRDAG

Li Tekirdagê jî Newroz bi pêşengiya HDP'ê li navçeya Ergeneyê hat pîrozkirin. Welatiyên ku bi kincên xwe yên Kurdî daketin qada Newrozê, govend gerandin. Li qadê dirûşmeyên "Bijî Newroz" û "Newroz pîroz be" hatin berzkirin. Pîrozbahî piştî axaftinan bi dawî bû.

Hat hînkirin ku piştî belavbûna girseyê kesek hatiye destgîrkirin.

BÛRSA

Li Bûrsayê jî Newroz li Qada Bazara Arabayatagiyê hat pîrozkirin. Ji heft saliyan heta heftê saliyan gelek kes bi kincên xwe yên kurdî daketin qada Newrozê. Qad bi alayên Partiya Çepgir a Keskan û HDP'ê hati xemilandin. Li qadê pankarta "Êdî bes e, em nikarin debara xwe bikin" û "6'ê Sibata 2023'yan şîna me heye" nivîsandî hatin daliqandin. Li qadê dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", “Bê Serok jiyan nabe”, "Bijî berxwedana zindanan" û “Jin jiyan azadî”  hatin berzkirin.

Di pîrozbahiyê de Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Alî Kenanoglû axivî. Kenanoglû hilbijartinên 14'ê Gulanê bibîr xistin û got: "Ev hilbijartinê tenê ne yên serokkomartiyê ne, di heman demê de hilbijartinên parlementoyê ne jî. Teqez em ê ji Bûrsayê parlementerekî bişînin meclîsê. Em ê hesabê êrîşa nijadperest a li hemberî Amedsporê bipirsin."

Pîrozbahî bi stranên Koma Golgedekîlerê bi dawî bû.

Ciwanên ji qada Newrozê çûn, bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” heya Kolana Ûlûsê meşiyan.