Li Bukreşê komploya navnetewî hate şermezarkirin

Li Bukreşê komploya navnetewî hate şermezarkirin

Li paytexta Romanya Bukreşê komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biçalakiyekê hate şermezar kir.

Li Komeleya Çanda Kurd ya li Bukreşê biboneya komploya 9’ê Cotmehê civîn pêkhat. Civînê bi xwendina danezana KCK’ê destpê kir. Têkildarî komployê Serokê Komeleyê Elî Yildiz axivî û diyarkir ku, xwestin di şexsê Ocalan de têkoşîna Kurdistanê birûxînin û her wiha hewildan bi destê hêzên navnetewî vê pêkbînin.

Yildiz got: “Dîrokê jî nîşanda ku, tekoşîna gelê Kurd têknaçe her ku diçe mezin dibe.” Her wiha balkişande ser ku, komplo hêjan didome.

Di axaftinên ku hatin kirin de, hate gotin êrîşên li dijî Rojava berdewama komploya li ser tevgera Kurd e. Hate diyarkirin ku, pêwîste hemû gelê Kurd li dijî komployê bibin yek û yeketiya xwe xurt bikin.