Li Bukreşê civîna gel: Piştgirî û berxwedanê mezin bikin
Hevserokê KONGRA-Gel Remzî Kartal ji bo civîna gel a li Bukreşê peyamek şand, banga mezinkirina piştgirî û berxwedanê kir.
Hevserokê KONGRA-Gel Remzî Kartal ji bo civîna gel a li Bukreşê peyamek şand, banga mezinkirina piştgirî û berxwedanê kir.
Kurdistaniyên ku li paytexta Romanya Bukreşê dijîn, têkildarî rewşên dawî yên siyasî civîna gel li dar xistin.
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal bi rêya Skype beşdarî civîna ku li Komelaya Kurd bû û peyam şand. Kartal banga xwedîderketina li xwerêveberiyê û bilindkirina berxwedanê kir. Kartal da zanîn ku divê piştgiriyê bidin gelê ku di şer de ziyan dîtine, daxwaz kir ku divê Kurd xwe li her derê bi rêxistin bikin.
Di civînê de biryara avakirina meclîsê hate girtin, ji bo pêşxistina Kampanyaya Xwişk û Bira û xwedîlêderketinê plan hatin danîn.