BI DÎMEN

Li Brukselê li dijî desteserkirina îradeyê çalakî hate lidarxistin

Kurdistaniyên li pêşiya Konsolosxaneya Tirkiye ya li Brukselê li hev civiyan peyama “Em ê li geş gelê xwe yê li Esenyûrt, Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê li ber xwe didin bin” dan.

Li paytexta Belçîka Brukselê desteserkirina şaredariyên Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve, li pêşiya Konsolosxaneya Tirkiyeyê bi çalakiyekî hate protestokirin.

Li pêşiya konsolosxaneyê daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku di encama polîtîkayên şer ên desthilatdariya Erdogan ê faşîst li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê dimeşîne de krîza aborî, îflasa siyasî, rizîbûna civakî çêbûye û Erdogan ji bo parastina desthilatdariya xwe darbeya qeyûm dike.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Erdoganê faşîst bi polîtîkayên xwe yên qirêj û pêkanînên bêhiqûq li dijî hemû bindestan bi taybet li dijî gelê Kurd sûc kiriye. Gelê Kurdsitanê li dijî darbeya qeyûmê bi berxwedaneke mezin wê faşîzma Erdogan bêbehn bihêle û biavêje çopa dîrokê. Em Kurdistaniyên li Belçîkayê dijîn, bi gelê xwe yê li Esenyûrt, Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê li ber xwe didin re li qadan bin.”