Li Brukselê ji bo Efrînê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin

Li pêşiya Parlementoya Ewrûpayê ya Brukselê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin. Salih Muslum di çalakiyê de axivî û dewletên Tirk bi zimanekî tund rexne kir.

Li hemberî dagirkerî û qetlîama dewleta Tirk Bruksel û Cenevre di serî de li 7 navendên cîhanê hate destpêkirin. Li pêşiya Parlementoya Ewrûpayê jî çalakiya rûniştinê ya 5 rojan hate destpêkirin. Platforma Xwedîlêderketina Efrînê ya ku bi beşdariya 94 saziyan pêk hatiye di destpêka çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê da.

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê û Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslum tevî parlementerên parlementoya Ewrûpayê Bart Staes, Anna Miranda, Mark Demesmaker, parlementerê Partiya Keskan Wouter De Vrient û nûnerên saziyên Tirkiyeyî, Asur, Siryanan û gelek kes beşdar bûn. Di çalakiyê de hate xwestin ku ji ber qetlîaman divê ambargo li Tirkiyeyê were kirin.

MUSLIM: ÇEKÊN WE ME DIKUJIN!

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê û Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslum diyar kir ku tiştên li Efrînê tê kirin komkujî ye û got, “Bi vê qetlîamê re dixwazin gel û welatê me were îmhakirin. Îro mesele ne bi tenê Efrîn e, Kurd li ber tunebûnê ne. Jixwe ew bi xwe dibêjin, îro Efrîn, sibê Minbîc û piştre Qamişlo ye. Ji ber vê jî ji xeynî berxwedanê rê tuneye. Ji ber vê jî divê gelê me li her derê li hemberî van êrîşan têbikoşin.”

Muslum bang li hêzên li cîhanê kir û got, “Çekên ku îro li Efrînê tên bikaranîn, çekên we ne. Çekên YE û Elmanyayê tê bikaranîn. Tirkiye bi çekên we, me dikuje. Hûn ê heta kîngê alîkariyê bidin Tirkiyeyê.”

STAES: TIRKIYE SÛCÊ ŞER DIKE

Parlementerê Parlementoya Ewrûpayê Bart Staes êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û got, “Em qetlîama li Efrînê şermezar dikin. Tirkiye li wê derê sûcê şer dike. Êrîşên li Efrînê nayê qebûlkirin.”

VRIENDT: DIVÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN

Parlementerê Partiya Keskan ê Belçikayê Wouter De Vrient jî êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û got, “Îro li Efrînê sivîl tên qetilkirin, bajar tê talankirin. Tirkiye hiqûqa navneteweyî binpê dike. Divê em li dijî vî tiştî derkevin. Divê welatên YE dengê xwe bilindtir bikin.”

MİRANDA: ERDOGAN TERORÎST E

Parlamentera Parlamentoya Ewropa Anna Miranda jî got Erdogan terorîst e û wiha domand; “Tirkiye bi êrîşa li ser Kurdan re sûcê li dijî mirovahiyê dike. Erdogan dîktator û terorîst e. Welatên Ewropa bi bêdengiya xwe piştgiriyê dide wan. Divê berî demekê li dijî hewldanên Tirkiyeyê bê rawestandin.”

KOÇ: DIVÊ EWROPA AMBARGOYÊ LI SER TIRKIYEYÊ PÊK BÎNE

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî diyar kir ku weke Platforma Xwedîderketina Efrînê ya li Ewropa li gelek navendan dest bi çalakiyan kirine û wiha got; “Li Bruksel, Cenevre, Berlîn, Londra, Oslo, Atîna û li gelek navendan çalakî me dane destpêkirin. Heta ku encam neyê girtin wê ev çalakiyên me bidomin. Gelê Efrînê ji bo mirovayetiyê berxwedaneke dîrokî didin meşandin. Divê em jî xwedî li vê berxwedanê derbikevin. Em daxwaz dikin ku welatên Yekîtiya Ewropa li dijî Tirkiyeyê pêkanînan bikin. Divê pêkanînên aborî, leşkerî û dîplomatîk bê kirin. Divê qada hewayî ya Bakurê Sûriye û Rojava were girtin.”

ARABACI: DIVÊ ÇALAKÎ BERFIREHTIR BIBIN

Hevseroka Konfederasyona Koçberên Bindest ên Ewropa (AVEG-KON) Şafak Arabaci jî got bêdengiya li dijî êrîşên bi ser Efrînê sûcê dijmirovahiyê ye û wiha domand; “Artêşa Tirk û cîhadîstên wê li Efrînê qirkirinê dikin. Li dijî vê derketin divê em Tirkiyeyî, Ewropî, Kurdistanî hê bêhtir çalakiyan li dar bixin û dengê xwe bilindtir bikin.”

ŞEMAL: EGER YEKÎTIYA ME ÇÊNEBE....

Li ser navê YNK’ê Şêx Şemal jî got xwedîderketina li Efrînê erka hemû mirovahiyê ye û wiha domand; “Li dijî van êrîşan tenê yekîtî pêwîst e. Eger yekîtiya me çênebe û em nebin yek, yekîtiya netewî çênekin, dewleta Tirk wê hemû Kurdistanê dagir bike û komkujiyan pêk bîne.”