Li Brukselê gireva birçîbûnê bimitîngekê dawî hat
Li Brukselê gireva birçîbûnê bimitîngekê dawî hat
Li Brukselê gireva birçîbûnê bimitîngekê dawî hat
Gireva birçîbûnê ya bidaxwaza darezandina Alîkarê Midûrê Polîsan ê Stenbolê Îşkencekar Sedat Selîm Ay, hefteyeke li Brukselê didome, bimitîngek ya li ber Parlementoya Ewropayê bidawî bû.
Mitînga ku di demjimêr 14:00’an de bitevlîbûna mexdûrên îşkenceyê ên hefteyeke di gireva birçîbûnê de ne û zêdetirî sedan kes tevlîbûn.
Di mitînga ku li ber Parlementoya Ewropayê pêkhat, li ser navê AvEG daxuyanî hate dayîn û balkişande ser ku, gelek caran Dewleta Tirk li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê ji ber binpêkirina mafên, îşkence û komkujiyan hatiye mehkûm kirin û hate gotin ku, Dewleta Tirk ji darezandina polîsên îşkencekar zêdetir, wana xelat dike.
Di daxuyaniya AvEG’ê de terfî kirina Ay weke mînak hate nîşandan û hate gotin ku, “Di salên 1990’an de bi sedan şoreşger di bin îşkenceyên tîmên polîsan ên li ser wan SS Ay heyî derbazbûne. Ji vana mirov dikare hinekan wiha rêz bike. 21’ê Adara 1995’an revandin û qetilkirina Hesen Ocak, 26’ê Sibata 1997’an binçavkirina rojnameger Asiye Guzel Zeybek, 10’ê Îlona 1998’an binçavkirina Mihabad Kurt û tecawizkirina wê, 7’ê Adara 1999’an Pisporê Lîmîter-Perwerdeya Sendîkaya Kar Silêman Yeter îşkence kirin û qetilkirin. Ji vana SS Ay û yekîneya wî berpirsyarin.”
Mexdûrên îşkenceyan ji Almanya, Fransa, Îngiltîstan û Holandayê tevlîbûn. Her wiha SKB, AvEG-Kon, YS, Secoure Rouge, endamên Komînîstên Îranê, endamên Tevgera Jina Kurd, nûnerên û endamên Yeketiya Suryaniyên Belçîkayê beşdarbûn.
Di mitîngê de mexdûrên rastî îşkenceyên SS Ay hatîn jî axivîn.