Li Brukselê çaremîn çalakiya nobetê pêkhat
Li Brukselê çaremîn çalakiya nobetê pêkhat
Li Brukselê çaremîn çalakiya nobetê pêkhat
Yeketiya Jinên Sosyalîst yên girêdayî AVEG-KON (SKB) ji bo 3 jinên Kurd yên Şoreşger ku li Parîsê hatin qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li ber Sefaretxaneya Fransa ya li Brukselê çalakî li darxistin.
Jinên penaber ku ji meha Sibatê heya dawiya meha Adarê her roja Çarşemê çalakî bi awayek rêkûpêk pêk di anîn, ji bo çalakiya çaremîn jî hatin gel hev.
Çalakiya ku li ber Sefaretxaneya Fransa ya li Brukselê di demjimêr 16.00’an de destpêkir, jinên SKB’yî yên li ber avahiyê kombûn ji bo sê jinên şoreşger edalet xwestin.
Di çalakiyê de sloganên “Jin edaletê dixwazin”, “Tirkiye faşîst hevkar jî Fransa”, “Berpirsên komkujiyê aşkera bikin” hatin qîrîn.
Daxuyaniya ku bi Fransî hatî dayîn, hate gotin ku “Li rexmî ku li ser Komkujiyê re du meh derbaz bûn jî heya niha berpirsîn nehatine derxistin. Ev jî pir vekiriye ku Fransa berpirsên esas di veşêre. Di qetilkirina sê hevalên me yên jin de qasî Tirkiyeyê Fransa jî berpirse û heta ku berpirsên rast derxînin holê ew dê çalakiyên xwe berdewam bikin.”
Çalakî bisloganên hatine avêtin bi dawî bû.