Li Brukselê çalakiya protestoyê: Heta Ocalan azad nebe ev şer bi dawî nabe

Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya vahiya Konseya Ewropa a li Brukselê hate protestokirin. Parlamenterê Îngîliz Jûlîe Ward got ‘Heta Ocalan azad nabe wê ev şer bi dawî nebe’

Bi sedan kes li herêmên sînorê Belçîka, Hollanda, Fransa û Elmanya li Brukselê li Qada Shûman a nêzî saziyên Ewropa li hev civiyan.

Çalakgeran bi banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropa li hev civiyan û pêvajoya komployê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 9’ê Cotmeha 1998’an heta 1999’an şermezar kirin. Mîtîng seat 13:00’an dest pê kir. Di mîtîngê de pankart û dowîzên ‘Ji Ocalan re azadî’, ‘Divê CPT serdana Îmralî bike’, ‘Tecrîd êşkence ye’ hildan. Asûrî-Suryaniyan, Yekîtiya Jinên Sosyalît (SKB) û rêxisitna piştevaniyê ya navnetewî Alîkariya Sor a Navnetewî piştgirî dan mîtîngê.

KOMELEYA AŞITIYÊ: DIVÊ YEKÎTIYA EWRÛPA PKK’Ê JI LÎSTEYÊ DERXÎNE

Aktivîsta TJK-E Yildiz Fîlîmcî destpêkê axivî û bang li welatên Ewropa kir ku li dijî tecrîda li ser Ocalan bikevin tevgerê. Seroka Komeleya Aşitiyê ya Belçîka Lûdo de Brabander jî balkişand li ser zextên faşîst ên li Tirkiyeyê. Brabander got Erdogan ji bo desthilatdariya xwe bê navber pêdiviya wî bi dijminan heye û qala zextên salên dawî kir.

Brabander daxwaz ji Yekîtiya Ewropa kir ku şerê di navbera PKK û dewleta Tirk de weke ‘şer’ bibîne û PKK’ê ji lîsteya rêxistina terorê derbixîne.

Ji Yekîtiya Jinan a Rojava Medya Abdo jî got armanca Komploya 9’ê Cotmehê tasfiyekirina tevgera azadiya Kurd e û negihiştiye armanca xwe. Abdo wiha domand; “Projeya konfederalîzma demokratîk a Ocalan yekane hêviya çareseriya Rojhilata Navîn e. Em banga têkoşînê li hemû jin û derdorên demokratîk dikin.”

WARD: HETA KU OCALAN AZAD NEBE EV ŞER BI DAWÎ NABE

Parlamenterê Îngilîz yê Koma Sosyalîst a Parlamentoya Ewropa Jûlîe Ward jî beşdarî mîtîngê bû û axivî. Ward wiha got; “Heta ku Ocalan azad nebe ev şer bi dawî nabe. Pêvajoya Brexît ya derketina Qraliyeta Yekbûyî ji Yekîtiya Ewrpa bû sedama jihevketina nirxên Yekîtiya Ewropa û ev jî ji bo Ocalan ne baş e.”

AYDOGAN: TÛ HÊVIYEK ME JI FAŞÎZMÊ NÎNE

Parlamentera berê ya HDP’ê Nûrsel Aydogan jî got bi saya berxwedanê komplo hate pûçkirin û wiha domand; “Berxwedan di her beşa jiyanê de girîng e. Tu hêviyek me ji faşîzmê nîn e tenê dijberî wê divê têbikoşin.”

ŞAKAR: OCALAN ESÎRÊ EWROPAYÊ YE JÎ

Ji parêzerên Ocalan Mahmût Şakar jî axivî û bi bîr xist ku Ocalan ev 20 sal in li sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê tê girtin û wiha got; “Navenda êşkenceyê Îmralî parçeyek yê komployê ye. Heta ku Ocalan li wir be wê komplo jî bidome. Ocalan di heman demê de esîrê Ewropayê ye jî. Bi qasî Tirkiyeyê welatên li rojava jî berpirs e. Eger DMME li dijî êşkenceyê lêpirsînek rast nede destpêkirin ew dadgeh ji bo çi heye? Eger Saziya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê CPT ji bo lêkolîna êşkenceyê li cihê wê çima heye? Divê em careke din vêya ji saziyên Ewropa bipirsin.”

Mîtîng piştî axaftinan bi dirûşmeyan bi dawî bû.