Li hemberî komkujiya li Enqereyê bi hezaran kesên li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê kom bûn, bi dirûşman AKP û Erdogan protestokirin.
ANF
BRUKSEL
yekşem, 11 kewçêrê 2015, 20:59
Li hemberî komkujiya li Enqereyê bi hezaran kesên li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê kom bûn, bi dirûşman AKP û Erdogan protestokirin.
Girseya saet 14'an kom bû dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Şehîdên aştiyê nemirin”, “Dîsa dîsa HDP”, “Em ê te nekin serok” û “Bijî Serok Apo” gotin.
Li hember dijûn û tehrîkên faşîst û alîgirên Erdogan ên ji bo dengdanê hatibûn sefaretxaneyê çalakvanan nerazîbûneke tund nîşan dan û di navbera çalakvanan û wê komê de pevçûn derket.
Polîsên Brukselê yên tedbîrên pêwîst negirtibûn dema mudaxeleyî girseya HDP’yî kir, di navbera xwepêşandêran û polîsan de aloziyeke demkurt rû da. Polîsan bi gaza îsotan, sprey û copan êrîşî girseya HDP’yî kir. Polîsan çalakvanek bi lêdanê binçav kirin.
Mudaxeleya polîsan ku bû sedema aloziyê, dema kesê hatibû binçavkirin hat berdan alozî bi dawî bû.
Di vê navberê di daxuyaniyên bi Elmanî û Tirkî de wiha hat gotin: “Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin, em ê te nekin serok û aştiya di navbera gelan de biparêzin.”
Piştî xwendina sirûda Çerxa Şoreşê girse bi dirûşman heta ber Parlamentoya Ewropyê meşiya û çalakiya xwe bi dawî kir. Di çalakiyê de li gel pêkhateyên HDP’ê û gelek saziyan kedkarên koçber ên Latîn Amerîkayî û Belçikayî jî piştgirî dan çalakiyê.