Li Brîghtonê resepsiyona Newrozê

Navenda Civaka Kurd a Sûssexê li bajarê Brîghton&Hove yê Îngilîstanê cara sêyemîn resepsiyona Newrozê organîze kir. Di resepsiyonê nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn.

Navenda Civaka Kurd a Sûssexê li bajarê Brîghton&Hove yê Îngilîstanê cara sêyemîn resepsiyona Newrozê organîze kir. Di resepsiyonê nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn. Resepsiyonê li Koleja BHASVIC a li navenda bajêr destpê kir. Şaredara Brîghton&Hove Lynda Hyde, ji Partiya Keskan, Partiya Karker û Partiya Mûxafazakar (Conservatîve Party) gelek endamên meclîsa şaredariyê cihê xwe di resepsiyonê de girtin.

Şaredar Hyde li vir peyivî Newroz pîroz kir. Hyde da xuyakirin, ku Brîghton&Hove bajarekî gelek çand û civak lê li hev civiyane û destnîşan kir, civaka Kurd jî bi çalakî û xebatên xwe re ji gelek aliyan ve tevlkariyê li bajêr dikin û ew vê gelekî hêja dibînin.

'KURD JI BO DEMOKRASÎ Û EDALETÊ TÊDIKOŞIN'

Ji Zanîngeha Greenwîchê Prof. Dr. Mehmet Ûgûr ê weke qisekerê mêvan li resepsiyonê amade bû bal kişand ser daxwaza xwerêveberiya demokratîk a Kurdan û destnîşan kir, Kurd ji aliyê cewherî ve ji bo demokrasî û edaletêt têdikoşin. Prof. Dr. Ûgûr da xuyakirin, ku ew parçeyek ji civaka akademîsyenên daxwaza aştiyê dikin e, ji ber vê jî ew serbilind e.

'DIVÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ'Ê WERE DESTEKKIRIN'

Nûçegihanê BBC ê Rojhilata Navîn Jiyar Gol jî li vir axivî û piştî nîşandana kurtedîmekî têkildarî jinên Kurd ên li dijî DAIŞ'ê şer dikin, weke yek ji nûçegihanên destpêkê çûye herêmê çavdêriyên xwe yên di dema komkujiya bi serê civaka Êzidiyan de hat, vegot. Gol anî ziman, wî bi xwe dît bê gerîlayan a ji bo rizgarkirina Êzidiyên xwe li Çiyayê Şengalê asê mabû, têkoşîneke çawa meşand diyar kir, divê ev têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê bê destekkirin. Gol her wiha ragihand, sîstema bi pêşengiya PYD'ê li Rojava tê avakirin, sîstemeke demokratîk e ku li ti devera Rojhilata Navîn nîne û her kesî vedihewîne.

Li dû axaftinan koma Raye û solîsta komê Sûna Alan stranên Kurdî ji beşdaran re got.