Li Bremenê ji bo Efrînê çalakî hate lidarxistin
Kurdistaniyên li bajarê Bremena Elmanyayê dijin ji bo piştevaniya ‘Berxwedana Serdemê’ daketin qadan û çalakî li dar xistin.
Kurdistaniyên li bajarê Bremena Elmanyayê dijin ji bo piştevaniya ‘Berxwedana Serdemê’ daketin qadan û çalakî li dar xistin.
Li Ewropa û cîhanê Kurdistanî û dostên wan ji bo Efrînê li qadan in. Kurdistaniyên li bajarê Bremenê dijîn îro carek din li pêşiya parlamentoya eyaletê li hev civiyan û çalakî lidarxistin.
Kurdistaniyan di çalakiyê de diyar kirin ku Efrîn nakeve û berxwedan dewam dike û wiha hate gotin; “Em ê berxwedan xwe hîn geştir bikin û rûreşiya Yekîtiya Ewropa derxînin holê. Berxwedan û şerê li Efrînê didome. Di dîroka Kurdan de her tim kesên xwefiroş hene û niha bi hevalbendên çeteyan êrîşî Efrînê dikin.”
Çalakgeran herî dawî gotin şerê Efrînê ne şerê li dijî çeteyan e şerê li hemberî Elmanya, Rûsya, Çeteyên Tirk û siyaseta Elman e. Çalakgeran ragihandin ku gelê Kurd serî natewîne ew ê berxwedanê geştir bikin.
Çalakî bi banga tevlîbûna çalakiya sibê ya bi meş û mîtîng li pêşiya parlamentoyê bi dawî bû.