Li Borlange komkujiya Parîsê hat şermezarkirin

Li Borlange komkujiya Parîsê hat şermezarkirin

Li bajarê Borlange ya Swêdê komkujiya Parîsê bi mîtîng û meşekê hat protestokirin. Kurdên li qada Sveatorge ya bajar hatina cem hev komkujî şermezar kirin û di çalakiyê de hate xwestin ku hikûmeta Fransayê kesên komkujî pêk anîne bigire û bidarizîne.

Ligel hewaya sar kurd li qadê hatin cem hev û qetilkirina sê siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û aktîvîsta ciwanan Leyla Şaylemez bîr anîn û kulîlk û qurnefîl danîn ber wêneyên wan.

Ji bo her sê siyasetmedarên jin yên kurd rêz hat girtin û piştre Leyla Çelîk axivî û daxuyaniya Konseya Kurd a Swêdê ya ku tê dihat gotin bila berpirs bên darizandin û komkujî protesto dikin xwend.

Siyasetmedarê kurd Velî Tosun di xwepêşendana ku Komeleya Jinan a Kurd a Borlange û Komeleya jinan a kurd ya Borlange organîze kiribû de axivî û diyar kir ku ev komkujî piştî hevdîtinên aştiyê yên di navbera dewleta tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk hatiye û daxwaz kir ku hemû kurdên li herêma Dalarna dijî divê heta berpirs neyên dîtin çalakiyên xwe bidomînin. Tosun got ku divê Fransa kujeran derxe holê û bidarizîne.

Piştî axaftinan kurdan komkujî bi dirûşmeyan protesto kir û berbi avahiya komeleyê meşiyan. Li lokala komeleyên ji bo 3 siyastmedarên kurd xwarin dan.