Li Bonnê li gel astengiya polîsan jî çalakî hate lidarxistin

Li bajarê Elmanya Bonnê Kurdistaniyan ambargoya dewleta Tirk a li ser Efrînê protesto kirin. Kurdistaniyan li gel astengiyên polîsê Elman çalakiya xwe li darxisitn.

Kurdisataniyên ku li navenda bajarê Bonnê li hev civiyan, derdora wan ji aliyê polîsên Elman ve hate dorpêç kirin  û polîsan xwestin ku meşa qanûnî terorîze bikin. Dema ku hate xwestin qedexeya ji bo xwepêşandanê  were xwendin polîsan mudahele kir, çalakger  ljî dijî vê derketin. Çalakgeran diyar kirin ku gelê Kurd jî weke hemû gelên din xwedî mafê çalakî û meşê ye û li dijî xwendina qedexeyê derketin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bi can bi xwîn em bi terene ey Serok!’, ‘Kujer Erdogan’ û ‘Bijî Hevgirtina Enternasyonal’ berz kirin.

Di çalakiyê de ji nûnertiya PYD-Bonnê Şêx Xelef axivî û wiha got; “Li gel ku hemû prosedûr hatine bicih anîn jî, Elmanya tenê ji bo Erdogan kêxweş bike bi qedexeyên dewleta polîs dixwazin sînoran ji bo Kurdan deyne û erîşî nirxên wan dike. Weke hemû gelan parastina nirxên xwe, mafê li darxistina çalakî û civînan li welatê demokrat-qiqûq de mafê me heye. Em niha ji bo li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a  sibe ku pêkan e li dijî Efrînê pêk were, ji bo ku pêşî li xwînê bigrin, ji bo ku banga hestiyariyê li raya giştî bikin li vir in. Ji bo ku em hê bibandor bibin pêwîst e hê şêntir li qadan bin. Ji ber wê sedemê jî ez banga tevlîbûna  li çalakiyan li hemû kesî dikim”.

Ji Rêveberiya PYD-Bonn Celal Efrîn jî axivî û wiha got; “Eger ku sibê artêşa dagirker a dîktator Erdogan li Efrînê xwîna jinên Kurd, zarokên Kurd, pîr û ciwanên Kurd birêjîne, li vir weke Erdogan  wê dewleta Elman jî berpirsyar be. Em Kurd wê dewleta Elman weke hevkarê sûc yê Erodogan bibînin.”

Piştî axaftin û dirûşmeyan girseya gel belav bû.