Li Bonnê Şoreşa Rojava hate pîrozkirin

Li bajarê Bonnê yê Elmanyayê Şoreşa Rojava hate pîrozkirin.

Li bajarê Bonnê yê Elmanyayê Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan bi seyranekê hate pîrozkirin. Ligel ku polîsan zext kirin jî gelek Kurd û Elman tevlî seyranê bûn.

Hêvîdar û Canda Mexemed Dildar di seyranê de strandin. Koma Rojava şanoyek pêşkêş kir û standa Heyva Sor a Kurdistanê rastî eleqeyeke mezin hat.

Ahmet Aktaş di çalakiyê de axivî û qala Şoreşa Rojava kir. Aktaş li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk banga yekîtî û têkoşînê kir.