Li Boluyê girtiyekî nivîna xwe da ber agir
Li Boluyê girtiyekî nivîna xwe da ber agir
Li Boluyê girtiyekî nivîna xwe da ber agir
Cemal Olgun ku li girtîgeha Tîpa T ya Boluyê dimîne, doşeka xwe da ber agir bû di encama agir de di bendena wî de şewat çêbûn.
Girtiyê bi navê Cemal Olgun ku li girtîgeha Tîpa T ya Boluyê di hucreya yek kesî de dimîne, duh di hucreya xwe de doşeka xwe da ber agir.
Demek berê ji ber pirsgirêkên li koxuşa xwe jiya, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve xistin hucreyê û hat hînbûn ku Olgun di hucreya xwe de nivînên xwe dane ber agir.
Ji ber şewata ku derket, koxuşên din tije duman bûn. Piştî şewatê ekîba îtfayê ya girtîgehê û ambulans hat sewq kirin. Ji ber dumanê girtiyê din derxistin hewşa girtîgehê. Ekîban mudaxaleyê şewatê kir û piştî vemirandina şewatê, Olgunê ku di bedena wî de şewat çêbûn, ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Koroglu.