Li Bodrûmê, keştiya koçber tê de bûn binav bû: 15 koçber wenda ne

Li Bodrûmê, keştiya koçber tê de bûn binav bû: 15 koçber wenda ne

Li 6 mîlê deryayê dûrî Bodrûmê, keştiyeke biçûk a penaber tê debû, binav bû û 15 koçber wenda bûn. 

Li navçeya Mûgla Bodrûmê, 6 mîl nava deryayê keştiya penaber  tê de bûn û hewl dida derbasî Girava Kos a Yewnanîstanê bibe, binav bû.

Di bûyerê de 15 kes wenda bûn û xebatên lêgerînê destpê kirin.

Bûyer li herêmeke navbera Huseyîn Bûrnû ya gundê Akyarlar a Bodrûmê û Girava Kos a Yewnanîstanê rû da. Yek ji 2 keştiyên biçûk ên penaberan ku tê de 40 penaber hebûn, dema xwe gihand Girava Kosê, ji aliyê ekîbên Ewlekariya Peravê ya Yewnanîstanê ve hat girtin.

Piştî ku koçberan behsa keştiya duyemîn kirin, xebatên lêgerînê destpê kirin û derket holê ku binav bûye û 15 koçberên tê de wenda bûne. Rayedarn Yewnan, rewş ji rayedarên Tirk re ragihandin.

Li ser vê yekê Ekîbên Ewlekariya Peravê yên Tirk û Yewnan, ekîba Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Deryayê ya Bodrûmê û masîvanên gundê Akyarlarê, dest bi lêgerîna koçberan kirin.