Li Bexdayê li hember Şîayan êrîşa bombeyî: 11 mirî, 37 birîndar

Di êrîşa bombeyî ya li hember Şîayan a li navçeya Seydiye ku dikeve başûrê Bexdayê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 37 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Seydiye li hember Şîayên ku goristana Îmam Mûsa Kasim ziyaret dikirin, êrîşeke bi wesayîta bombebarkirî pêk hat. Di êrîşê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 37 kes jî birîndar bûn. Dibe ku hejmara qurbaniyan hê zêdetir bibin.

Li Iraqê her sal Şîa 2’ê Gulanê diçin ziyareta goristana Serokê olî yê Şîayan Îmam Mûsa Kasim ku li navçeya Seydiye ya dikeve Başûrê Bexdayê ye.

Duh jî li bajarê Semava ê dikeve başûrê Bexdayê êrîşeke bi wesayîta bombebarkirî pêk hatibû. Di encama êrîşê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 30 kes jî birîndar bibûn.

Piştre DAIŞ’ê êrîş girtibû ser xwe.