Li Bexdayê êrîşên bombeyî: 17 mirî

Li Bexdayê êrîşên bombeyî: 17 mirî

Li paytextê Iraq Bexdayê di 3 êrîşên bi wesayîtên tejî teqemenî hatî kirin de 17 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Êrîşa herî tund li semta Mahmûdiye ya bajar rû da. Di êrîşa wesayîta tejî teqemenî ya li noqteya ewlekariyê de 2 jê leşker 5 kes mirin, 14 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên polîs û nexweşxaneyê di êrîşa li bazara semta Şûla ya Bexdayê 5 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn. Di êrîşa li semta Tajî jî 20 kes birîndar bûn. Di êrîşa li nêzî noqteya kontrola ewlekariyê birîndar hene û lê nehate zanîn di nava birîndaran de leşker jî hene yan na.

Di van rojên dawiyê de li Iraqê êrîş pir zêdebûn. Li tevahiya welat di êrîşên di navbera dîrokên 15-17’an de 88 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tê îdîakirin ku, çengê El Qaîdê yê Iraqê ev êrîş pêkanîne.