Li Beşîktaşê ji biçûk heta mezinan her kes ji bo “NA”yê li kolanan e
Li Beşîktaşê ji bo betalkirina referandûma bi guman, meşeke girseyî hate li dar xistin.
Li Beşîktaşê ji bo betalkirina referandûma bi guman, meşeke girseyî hate li dar xistin.
Ji biçûkan heta mezinan her kesî berê xwe dan Qada Kartalê û bal birin ser vî tiştî ku wê encamên bi guman ên referandûmê nas nekin û heta ku hilbijartin betal bibe wê li kolanan bin.
Encamên bi guman ên referandûmê li Beşîktaşê tê protestokirin. Girse di roja 7’emîn a protestoyê de hatin gel hev û ji bo betalkirina referandûmê meşiyan. Di meşê de pankartên “Bila referandûm were betalkirin” û dovîzên “Na, em li vir in, naçin tu derê” û “Na, hê neqediyaye, hê nû dest pê kiriye” hate hildan û sloganên “Em ê te nekin serok”, “Em bi ser ketin YSK’ê dizî” hatin berzkirin. Mirovên li wê derê jî bi lêdana korna û beroşan piştgirî dan meşê.
Girse ligel tilîlî û pîspîskê hate qada Kartalê û bi qewlê ku sibê di saet 15.00’an de li Kadikoyê di meşa ji Şaşkinbakkalê heta Qada Îskeleyê de dîsa bicivin, ji hev belav bûn.