Li Bernê şewitandina daristanan hate protestokirin

Bi zanabûn şewitandina daristanan a ji aliyê artêşa Tirk a li Dersimê û her wiha rênedayîna ku şewat bê vemirandin li bajarê Bern ê Swîsreyê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Li ser banga Meclîsa Jinan a Mizgîn li pêşiya stasyona trenê ya li navenda Bernê Kurdistanî û dostên wan ên hatin ba hev, talan, şewat û qetlîamên dewleta Tirk a li Kurdistanê bi çalakiyekê protestokirin.

Di çalakiyê de dowîzên bi nivîsên ‘Kurdistan dişewite, Erdogan xwezayê tine dike’ û ‘ Ya li Dersimê dişewite dilê me ye’ hate bilindkirin û wêneyên şewitîna daristanan û ziyanan nîşan dide hatin nîşandan.

Çalakiya ku bi qasî nîv saetê dom kir bi dirûşman ve bi dawî bû.