Li Bernê bi boneya Hefteya Qehremantiyê civîn

Li paytexta Swîsre ya Bernê bi boneya Hefteya Qehremantiyê aktîvîteyek hat lidarxistin. Bi dehan Kurdistanî tevlî aktîvîteya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê bûn.

Li paytexta Swîsre ya Bernê bi boneya Hefteya Qehremantiyê aktîvîteyek hat lidarxistin. Bi dehan Kurdistanî tevlî aktîvîteya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê bûn.

Di aktîvîteya bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Hidir Dersîm axivî.

Dersîm got ên dîrokê dikin dîrok qehreman in, wiha domand: “Wek Şêx Saîdan, Seyîd Rizayan Hevalê Egîd jî guleya yekemîn a îsyana 29’emîn avête dijmin û di nav navên pêşeng ên dîroka Kurdistanê de cih girtiye.

Dersîm bal kişand ser berxwedana li Zîndana Amedê, anî ziman ku îro li Kurdistanê tevahî dergetên ketine dest di serî de bi saya lehengbûyina berxwedêrên Amedê ne û pêvajoya siyasî nirxand.

Piştî beşdarvanan jî hêst û ramanên xwe parve kirin, aktîvîte bi banga ku 17’ê Nîsanê tevlî 2. Kongreya Asayî ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê bibin ve bi dawî bû.