Li Bernê Şîlan Kobanê û hevalên wê hatin bibîranîn

Rêvebera PYD’ê Şîlan Kobanê û rêhevalên wê yên ku di sala 2004’an di encama komployekê de li Mûsilê hatibûn qetilkirin, li bajarê Bern a Swîsreyê hatin bibaranîn 

Li bajarê Bern a Swîsreyê rêvebera PYD’ê Şîlan Kobanê (Meysa Baqî), Zekeriya (Zekeriya Îbrahîm), Fûat (Hîkmet Tokmak), Cemîl (Nebo Alî) û Ciwan (Hacî Cûma Alî) ku 29’ê Mijdara 2004’an li Mûsilê hatibûn qetilkirin, bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîm li Navenda Civaka Demokartîk a Kurd bi beşdarbûna Kurdistaniyan hate lidarxistin. Di merasîmê de destpêkê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û piştre li ser navê PYD Swîsre, Komîsyona Malbatên Şehîdan û malbatan axaftin hatin kirin.

Li ser navê PYD’ê Zozan Derîk qala girîngiya têkoşîna jinan a di têkoşîna azadiyê de kir û wiha got; “Bi geşkirina têkoşînê em dikarin xwedî li mîrasa şehîdan derbikevin. Divê li ser xeta şehîdan em têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin.”

Merasîm piştî axaftinan bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.