Gelek kes tevlî mîtînga ji aliyê Platforma Azadî û Demokrasiyê ve li Brandenbûrger Torê hate lidarxistin bûn.
Di mîtînga têde pankartên “Ji Ocalan re azadî” û “Qedexeya li ser semobolên Kurdan bê rakirin” hate vekirin de, dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî piştgiriya şoreşgerî” û “Terorîst Erdogan” hate qîrkirin. Di mîtînga şorşegerên Tirkiyeyî û Elman piştgirî kir de; Hevserokê KCKD-E Yuksel Koç, Serokê NAVDEM’ê Tahîr Koçer axivîn.
Hevserokê KCKD-E Yuksel Koç, bal kişand ser civîna li Berlînê û diyar kir ku hêvîdarin Elmanya ji vê şaştiya li ser gelê Kurd dide pêkanîn bi dawî bike.
Koç bibîr xist ku ji derveyî Tirkiye û Elmanyayê wêneyê Ocalan ne qedexe ye û got: “Hûn nikarin wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji dilê Kurdan derbixin. Ev qedexeya Elmanya destekê dide dîktator Erdogan û DAIŞ’ê û bi cesaret dike. Weke gelê Kurd û dostên wan van qedexeyan nas nakin.
Koç nerazîbûn nîşanî polîsên ku alayên YXK’ê rakirine da û wiha got: “Em vê helwesta wan şermezar dikin. Xwediyên pankartên ku we dest danîn ser û we qedexekirî li dijî kujerên DAIŞ’ê ji bo demokrasî û hemû mirovahiyê şer dikin.”
Hevserokê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer jî got ku serdegirtinên li dijî çand û baweriyên cuda li Tirkiyeyê ku li Elmanyayê jî tê kirin balkêşe.
Koçer wiha got: “Ev qedexe ji bo dewleta Elman şermekî mezin e. Bi lez divê vê qedexeyê rake.”
Di mîtîngê de beşdarvanên Elman jî axivîn.