Li Berlînê panela ‘tecrîd û berxwedana Îmraliyê’

Li Berlînê li ser tecrîda li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana Îmraliyê panelek hate lidarxistin.

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye li ser ‘Berxwedana Îmraliyê’ panelek hate lidarxistin.

Çalakgerên greva birçîbûnê jî tevlî panelê bûn.

Berdevkê Meclîsa Neteweyî ya Efrîkayê Soloman Lecesa Tsenolî, parlementera HDP’ê û parêzera Ocalan Ebrû Gunay û Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê Fîdan Yildirim tevlî panelê bûn.

Berdevkê Meclîsa Neteweyî ya Efrîkayê Soloman Lecesa Tsenolî got ku, “Azadiya Ocalan ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn girîng e. Heta ku gelê Kurd azad nebe, wateya azadiya me jî tune.”

Tseneolî got ku, “Heta ku gelê Kurd û Ocalan azad nebin, ew ê wateya azadiya kesên demokrat û pêşverû jî tunebe. Dema ku me bi rejîma Aparteîd re xwest muzakereyê bike, Mandela ev tişt red kir û got ku ‘Kesekî dîl nikare ji bo aştiyê hevdîtinê bike; divê hevalên min jî tevlî vê pêvajoyê bibin.’ Li Tirkiyeyê jî xwestin ku Ocalan, gel û tevgerê ji hev dûr bixînin. Lê bi berxwedaneke xurt a civakî ev tişt dikare were pûçkirin.

GUNAY: OCALAN AZADIYA JINÊ DIPARÊZE

Parlementera HDP’ê Ebru Gunay jî bi silavkirina çalakgerên greva birçîbûnê dest bi axaftina xwe kir û got ku, “Li ber me rêberek heye ku felsefeya xwe li ser azadiya jinê ava kiriye û li hemberî wî jî pergaleke tecawizê heye. Li Rojhilata Navîn DAÎŞ êrîşî jinên Êzidî dike. Ev êrîşek e li ser felsefeya rêzdar Ocalan. Mandela demekê dirêj li giravê ma lê dikaribû hevalên xwe bibîne. Di warê hevdîtinan de Mandela, parêzerên wî diçûn ba wî. Lê Ocalan ji sala 2011’an û vir ve nikare parêzerên xwe re bicive.

YILDIRIM: OCALAN DI HEDEFA EMPERYALÎZMÊ DE YE

Fîdan Yildirim jî di panelê de got ku, “Çima gelo evqasî êrîşî Ocalan dikin? Ji ber ku Ocalan berê me kişand ser 5 hezar salan berê. Ocalan got ku, ‘Jinan 5 hezar sal berê pêşengî ji civak û mirovayetiyê re kirin û di wê serdemê de herî zêde îcat hatine kirin. Ji ber vê jî heta ku li hemberî pergala serweriya mêran têkoşîn neyê kirin, jin neyên azadkirin ew ê tu kêşe neyên çareserkirin.”