Li Berlînê Nûnertiya Rojava hat vekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê, li paytexta Elmanya Berlînê nûnertiya xwe vekir. Ji bo Nûnertiya Rojava ya li Berlînê Sîpan Îbrahîm hat wezîfedarkirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê duh li paytexta Elmanya Berlînê Nûnertiya xwe vekir. Di merasîma vekirinê de Berpirsyara Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava, siyasetmedarên Kurd, nûnerên partiyên Kurd ên li Rjoava, parlamenterên Elman û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn.

Nûnertî bi agahî û erêkirina fermî ya dewleta Elman hat vekirin.

Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava yê Berlînê Sîpan Îbrahîm li merasîmê axivî û armanca xwe ji vekirina buroyê bi vî rengî kurteber kir: "Ji bo em xebatên xwe yên dîplomasiyê xurt bikin û rewşa li Rojavayê Kurdistanê bi rengekî rast ji gelê Elmanya re ragihînin, me pêwîstî bi vekirina buroyekê dît. Em ê hewl bidin di navbera Rêberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava û Elmanya de her tim têkiliyeke baş bi rê ve biçe. Em ê krîza li Sûriyeyê, penaberî û mijarên din bixin rojevê. Em ê ji gelê Elmanya re vebêjin ku li Rjoava Kurd, Ereb û gelên din bi biratî dijîn.

DIVÊ AMBARGO WERE RAKIRIN

Elmanya ku di nava têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de bi pêşengiya DYA cih digire, bi tenê îstîxbaratê dide hev û perwerdeya çekê dide pêşmergeyan. Lê belê bi ti awayî destekê nade YPG'ê.

Li pêşberî vê yekê, Serokê Koma Meclîsê ya partiya mûxalefeta bingehîn Partiya Çep Gregor Gysî, tevî çend siyasetmedarên Elman Rojava ziyaret kir û bi şervanên YPG/YPJ'ê yên li cîhanê cihê hurmetê ne, hevdîtin kir. Partiya Çep dibêje, "Divê ambargoya li ser Rojava bê rakirin."

NÛNERTIYA SÊYEMÎN

Tevî Berlînê ev bû 3 Nûnertiyên Rêveberiya Rojava ku ji bo xizmetê hatine vekirin. Beriya niha Rêveberiya Xweser a Rojava li Moskowa û Stockholmê jî nûnertî vekiribû. Li paytexta Komara Çekê Pragê jî niha Nûnertya YPJ'ê heye.

WÊ NÛNERTIYÊN NÛ WERIN VEKIRIN

Rêveberiya Rojava piştî Berlînê amadekariyan dike li Parîs, Kopenhagen û Washîngtonê jî nûnertiyan veke. Siyasetmedarên Kurd dan xuyakirin, ku ew li bendê ne di demeke kurt de li van bajaran jî nûnertî werin vekirin.