Li Berlînê mîtînga 'em ê rê nedin faşîzma AKP û DAIŞ'ê; ji şer re na'
Li paytexta Elmanya Berlînê, AKP û DAIŞ hatin protestokirin. Her wiha dosya pêşkêşî rayedarên Wezareta Karên Derve hat kirin.
Li paytexta Elmanya Berlînê, AKP û DAIŞ hatin protestokirin. Her wiha dosya pêşkêşî rayedarên Wezareta Karên Derve hat kirin.
Di çarçoveya çalakiyên bi dirûşma "Em ê rê nedin faşîzma AKP û DAIŞ'ê; ji şer re na" yên li dijî şerê dewleta Tirk ê li hemberî gelê Kurd hatin destpêkirin de, li paytexta Elmanya Berlînê mîtîngek hat lidarxistin. Mîtînga ji aliyê NAV-DEM'ê ve hat organîzekirin, li Werderîscher Markt'ê li ber Wezareta Karên Derve ya Elmanya pêk hat.
Girseya gel a li ber Wezaretê civiya, pankarta bi nivîsa 'Bila dawî li bombekirina Qendîl û gelê sivîl were anîn' vekir û bi êrîş şermezar kir. HDP, DÎDF, ATÎF, pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, KNK, PYD, Civata Êzidiyan a li Berlînê jî destek dan mîtîngê.
'DEWLETA ELMAN Û YE ÇIMA BÊDENG IN?'
Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç li mîtîngê peyivî û diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk, xizmetê ji çeteyên DAIŞ'ê dikin. Koç got, "Ev sê hefte ne yekane hêza li hemberî DAIŞ'ê li ber xwe dide Kurd tên bombekirin. Kurd, Elewî û hemû nasname û baweriyên cuda, bi gefa komkujiyê re rû bi rû ne. Çima dewleta Elman û Yekîtiya Ewropa bêdeng in."
HEVDÎTINA BI WEZARETÊ RE
Heyeta ABDEM'ê ya ji Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr, Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Sevîm Dagdelen û Nûnera Civata Êzidiyan li Berlînê Hunsiye Gunay, bi Alîkarê Musteşarê Wezareta Karên Derve Anreas Krops û Berpirsyarê Maseya Tirkiyeyê Dr. Ernst Resekel re hevdîtinek pêk anî û dosya pêşkêş kir.
Beriya mîtîngê heyeta ABDEM'ê her wiha li ser mijarê dosya pêşkêşî hemû partiyên li Parlamenta Ewropayê, Serokwezîr Angela Merkel û Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Berlînê kir.