Li Berlînê komplo hat şermezarkirin, azadiya Ocalan hat xwestin
Li paytexta Elmanya Berlînê Kurdistanî û dostên wan, 15'ê Sibatê protesto kirin û daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.
Li paytexta Elmanya Berlînê Kurdistanî û dostên wan, 15'ê Sibatê protesto kirin û daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.
Li paytexta Elmanya Berlînê bi boneya salvegera komploya navnetewî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyek lidar xistin û komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin.
Çalakiya ku Kurd û dostên wan beşdar bûn, li Parîser Platz a Deriyê Kor a Barndsenbûrger a dîrokî hate lidarxistin.
Çalakiya di pêşengtiya NAV-DEM , Meclîsa Jinan a DEST-DAN’ê ve hate lidarxistin, PYD, Partîzan û ATÎK jî piştgirî kirin.
Di heman demê de çalakiya li beramberî konsolosxaneya Emerîkayê jî sembola girava Îmraliyê ku ji 18 qefesan pêktê hat pêşkêşkirin. Di nava her qefesekê te kesek hat rûniştin û dovîzên ku rewşa Ocalan didan nîşandan bi zimanê Elmanî û Îngilîzî hatin rakirin.
Parlamenterê Eyaleta Die Linke Hakan Taş jî daxwaza azadiya Ocalan kir. Taş diyar kir ku dijî dîktatoriya Erdogan piştgirî didin dengê 'NA' yê ku ji bo referandûmê were bikaranîn.
Çalakiya ku li Berlînê piştre wek her roja Çarşemê bi çalakiya Edaletê ve dewam kir.