Li Berlînê di çalakiya Metropol FM de çalakger rastî êrîşê hatin

Li Berlînê di çalakiya Metropol FM de çalakger rastî êrîşê hatin

Li Berlînê bi armanca protestokirina êrîşên li hember Kobanê radyoya Metropol FM a bi Tirkî weşanê dike hate dagirkirin. Çalakger rastî êrîşa xebatkarên radyoyê hatin.

Çalakiya ku ji aliyê Kurdan ve û her wiha komên çep ên Tirk û Elman jî piştgirî danê ve pêk hat, ji aliyê xebatkarên radyoyê ve rastî mudaxaleyê hatin.

Çalakger rastî êrîşa xebatkaran hatin û her wiha Komîteya Piştevaniya bi Kobanê re bang li her kesî li Berlînê dijîn kir ku li navnîşana  "Markgrafenstr. 11., 10969 Berlin" bicivin.