Li Berlînê desteka ji bo Kurdan û HDP’ê zêde dibe
Li Berlînê MLPD’ê di ‘Bernameya Duşemê’ de peyama hevgiriyê ji bo Kurdan û HDP’ê ragihand. Wê li paytextê meşek were lidarxistin û roja Înê jî nimêja sivîl were kirin.
Li Berlînê MLPD’ê di ‘Bernameya Duşemê’ de peyama hevgiriyê ji bo Kurdan û HDP’ê ragihand. Wê li paytextê meşek were lidarxistin û roja Înê jî nimêja sivîl were kirin.
Li paytexta Elmanya Berlînê ku ji hêla Marksîstên Elman ve bi awayekî kevneşopî her hefte ‘Bernameya Duşem’ê (Maontags Demo) tê lidarxistin, bernameya xwe ya vê heftiyê diyarî HDP’ê û Kurdistanê kirin.
Çalakiyên saziyên jinan ên Kurdan, NAV-DEM, Ciwanên Rojava Jin, Komîsyona Jinan a HDK’ê ya Berlînê û PYD’ê ku bi navê ‘’Li dijî berxwedana bêsînor berxwedana bêsînor’’ berdewam dikin.
Mêvanên vê heftiyê yên Bernameya Duşemê ya ku ji hêla Partiya Lenînîst Markîst a Elman ve tê organîzekirin Kurdistanî û HDP bûn.
Di bernameyê de ku li Alexander Platzê dest pê kir, li ser navê MLPD Berlînê Dîeter Llîûs, li ser navê AvEG-Kon’ê Bakî Selçûk, Petra Llûîs rexne li rejîma dîkta a Tirkiyê anîn. Di axaftinan de kirinên li ser HDP’ê û Kurdan û muxalîfan dan ber kirinên serdema
Naziyan û hate gotin di serî de Elmanya, Ewropa pêşgiriyên hewce pêk neanîn. Di bernameyê de li ser navê NAV-DEM’ê belavokek bi Elmanî hate xwendin.
Dîeter Lliûs bal kişande ser zexta li ser zarokên Kurdan û diyar kir ku strana ‘’Canê canê’ ya Koma Zarokên Rojê bi wersiyona wê ya Elmanî, ji bo diyarî zarokan bikin, hazir kirine. Girseyê li ser stranên Elmanî û Kurdî govenda gerandin.
Di bernameyê de ku bi çoşî derbas bû dirûşmên wekî, ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî hevgiriya enternasyonal’’, ‘’Kujer Erdogan’’, ‘’AKP ya faş3ist’’, ‘’HDP gel e, gel li vir e’ hatin berzkirin.
Di bernameyê de strana Kobanê Îst Nîcht Aleîne-Kobanê ne bi tenê ye, bi Elmanî hate strandin.
ÇALAKÎ DIDOMIN
Li Berlînê, sibe (Çarşem) saet 17.00’an li Koch Stryê wê meş û mîtîngek were lidarxistin.
Bi pêşengiya CÎK’ê jî roja Înê saet 11.30’an li ber Konsolosxaneya Tirkiyê wê nimêja sivîl were kirin.