Li Berlînê bîranîna şehîdan

Şehîd Navdar Serhat û Sila Hejar li paytexta Elmanya Berlînê hatin bîranîn.

Li paytexta Elmanya Berlînê, gerîla Navdar Serhat (Davut Özsular-12.04.2018) û Sila Hejar (Cemile Uçar-24.04.2018), di salvegera 2'emîn a şehadeta wan de hatin bîranîn.

Civîna bîranînê ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Berlîn ve li Komeleya Navenda Civaka Kkurdistaniyên Azad hate lidarxistin.

Malbata şehîd Navdar Serhat jî tevlî bîranînê bû.

'EV RÊVEÇÛN QEBÛL NEKIRIN'

Siyasetmedara Kurd Zozan Serhat di destpêka civînê de axivî û got, "Wan ev rêveçûn qebûl nekirin, ew bi armanca cîhan û welatekî azad bi rê ketin. Wan baş dîtin ku ev sîstema cîhanê çiqasî riziyaye û nikare bibe bersiv ji mirovahiyê re. Ji bo guhertina vê yekê jî dilê xwe li çiyayên Kurdistanê neqişandin."

'SERÊ ME BILIND E'

Bavê Şehît Serhat Îbrahîm Ozsûlar jî got, "Navdar kurê me bû, lê bû şehîdê me hemûyan. Em pê serbilind in. Kurê min piştî ku çû xwişka wî jî da ser şopa wî. Li zanîngehê dixwend, kar û malbata wî hebû. Tevî vê yekê jî keça xwe ya 5 salî hişt û got, 'Bavo di demekê de ku li Kobanê bombe li ser gelê min dibare nabe ku ez li Ewropayê bimînim' û çû.

Van ciwanên me ji bo rûmet û azadiya me xwe feda kirin. Serê me bilind e. Hezar silav li Rêber Apo be ku ev rûmet da me."