Li Berlînê banga bila Erdogan were darizandin

Li paytexta Elmanya Berlînê bi çalakiyekê Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi ser Efrînê protesto kirin.

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê 35 roj li pey xwe hişt, gelê Kurd li Ewropa û li gelek navendên cîhanê her roj di nava berxwedanê de ye. Navendeke berxwedanê jî paytexta Elmanya Berlîn e. Kurdistanî û dostên wan her roj çalakiyên cûda lidar dixin, duh jî li Brandenbûrg Tor’ê  li hev civiyan û qetilkirina sivîlan ji aliyê dewleta Tirk ve protesto kirin. Di çalakiyê de alên Xweseriya Rojava, pankart û dovîzên ‘Bimre Faşîzm’ , ‘Bijî Piştevaniya gelê Efrînê’ hate rakirin û firotina panzeran ya Elmanya ji bo Tirkiyeyê jî hate protestokirin.

‘ERDOGAN EV 35 ROJE PÊŞ VE NAÇE’

Bi zimanê Kurdî û Elmanî axaftin hatin kirin û di axaftinan de qetilkirina sivîlan ji aliyê dewleta Tirk ve hate şermezakirin û wiha hate gotin; “Erdogan di got em ê Efrînê di 3 rojan de bigrin. Ev 35 roj in, li beramberî berxwedana YPG û YPJ’ê nikare pêş ve biçe û li sivîlan dixe. Sûçê dij mirvovahiyê dike. Divê Erdogan di qada navnetewî de were darizandin. Divê heya ku Efrîn negihe seketinê hemû kes li qadan be.”

Kurdistaniyên ku li Berlînê her roj çalakiyan dikin, îro jî amadekariyan dikin ku bi meşekê mezin êrîşan protesto bikin.