Li Berlînê Akademiya Sporê ya Tolhildan hate vekirin
Li paytexta Elmanya Berlînê Akademiya Sporê ya Tolhildan hate vekirin.
Li paytexta Elmanya Berlînê Akademiya Sporê ya Tolhildan hate vekirin.
Ciwanên li Berlînê Akademiya Sporê ya Tolhildan vekirin. Merasîma vekirinê li NAV-DEM Berlînê pêk hat û ciwanên di bin sîwana Ciwanên Şoreşger de dixebitin, endamên meclîsên NAV-DEM û DEST-DAN, çalakgerên greva birçîbûnê Omer Bagdûr, Şiyar Xelîl, Mele Mûstafa Tûzak û Cemal Kobanê jî tevlî merasîmê bûn.
Şiyar Xelîl li merasîmê axivî û got, "Rêberê me ji bo ciwanan digot, 'ciwan hêza motorê ya jiyanê, aştî û çareseriyê ye'. Ji ber vê yekê, em vê gava ku ciwanên me avêtine bi kêfxweşî pêşwazî dikin."
Li Akademiya Sporê ya Tolhildan wê bi rêk û pêk spora şer bê hînkirin.
Hevseroka NAV-DEM Berlînê Nûjiyan Gunay li merasîmê axivî û kêfxweşiya xwe ji ber vekirina akademiyê anî ziman.
Endama rêveberiya Ciwanên Şoreşger Nîlufer Dersim jî berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir.
Akademî ji aliyê mamosteyê Boksê Remzî Karta ve hate kirin. Di merasîmê de Hozan Aydin, Neşwa Harikî û Reşo Ere hunera xwe pêşkêş kirin.