NÛ BÛ

Li Berlînê 9 mirî, gomanbarek hate girtin

Li paytext Berlîn a Elmanyayê li dijî panayîra ku ji bo Cejna Noelê hatibû amadekirin êrîşek hate lidarxistin. Di êrîşê de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dane. Goman hene ku êrîşeke ji aliyê terorîstan ve hatibe lidarxistin.

Hat diyarkirin li semta Charlottnbûrg a Paytextê êrîşa ku li dijî qada Sûka bi navê Weîhnachtsmarketê hate kirin, bi kamyonekê pêk hatiye. Di êrîşê de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di bûyerê de jî herî kêm 50 kes birîndar bûne, polîsan têkildarî bûyerê gomanbarek jî binçavkiriye.

Bûyera ku li sûka Noelê pêk hate li gorî saeta herêmî di saet 20:00’an de qewimî, kamyon kete ser rêya ku mirov bi peya dihat û diçûn.

Hat diyarkirin ku piştî bûyerê û şûn de gelek kesên birîndar hê li kolanê ne, tîmên rizgarkirinê sewqî herêmê hatin kirin.

Êrîşîşekî dişibe vê di 14’ê Tîrmehê li bajarê Nice ê Fransayê pêk hatibû û welatiyeke Tunusî ku girêdayî DAIŞ’ê bû bi kamyonê êrşî li dar xistibû û di encamê de 86 kesan jiyan xwe ji dest dabûn.