Li Berlînê 30 hezar kesan qedexeya PKK’ê şikand!

Li Berlînê 30 hezar kesan qedexeya PKK’ê şikand!

Li paytextê Almanya Berlînê 30 hezar zêdetir Kurdistanî û dostên wan bi daxwaza “Bila piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê û qedexeya PKK’ê rakin” meş pêkanîn. Li rexmî astengî û qedexeya polîsan jî girseyê bidirêjahiya meşê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK’ê hilgirtin.

Li Almanyayê ji bo rakirina qedexeya PKK’ê ku îsal 20’mîn sala xwe tije dike, saziyên civaka sivîl, parêzvanên mafê mirovan ên Alman û Kurdistaniyên li Ewropayê jiyan dikin li Berlînê gihan hev. Meşa ku ji aliyê Înîsiyatîfa “Tatort Kurdistan”ê ve bi navê “Bila piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê, qedexeya PKK’ê rakin” zêdetirî 30 hezar kes beşdarbûn.

Meşa ku li Alexanderplatz ya Berlînê destpêkir, ji dervey Almanya, Kurdistaniyên Fransa, Belçîka, Awûstûrya, Swîsre û Holandayê beşdarbûn. Polîsên Berlînê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK’ê komkirin, bi dirêjahiya meşê çalakvana guhdar nekir.

Girseya ku gelek posterên Ocalan û alên PKK, KCK, YPG û HPG’ê hilgirtin, daxwazkirina ku di demek kurt de qedexeya PKK’ê rabe. Çalakvanên ku şoreşa Rojava jî silav kirin, silogana “Bijî Serok Apo” ku ew jî li Almanyayê qedexeya bênavber qîriyan. Li gel komên çep ên Almanyayê, dezgehên koçberan ên Tirkiyeyî weke DÎDÎF, AGÎF û Partîzan beşdarbûn û piştgirî dan.

Di bin tedbîrên ewlekariyekî berfireh ya polîsan , girse ber bi navenda bajar ve meşiya û derbazî qada Brandenburg Tor ya nêzî Meclisa Federal bûn. Mitînga li vê derê bi axaftina nûnerê Înîsiyatîfa “Tatort Kurdistan”ê Vef Petersen û deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê destpê kir.

Nûnerê înîsiyatîfê Petersen got, 20’mîn sal qedexeya PKK’ê me li paş xwe hişt û banga “Vê şermê êdî rakin, bersiv bidin daxwaza siyasî ya Kurdan” li hikumeta Alman kir. Petersen balkişande ser pêvajoya aştî û çareseriyê ya Ocalan dayî destpêkirin û xwest Almanya di vê pêvajoyê de rolekî erênî bilîze.

Li ser dikê posterê Ocalan ê mezin hate vekirin, mitîngê bi axaftinên polîtîkavanên Alman û nûnerên saziyên Kurd ve dom kir. Çav lê ye di mitîngê de Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş jî bi axive.