Li ber Nûnertiya NY a Viyana greva birçîbûnê

Li ber Nûnertiya NY a Viyana greva birçîbûnê

Bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê û balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ Kurdistaniyan li ber Nûnertiya NY paytexta Viyana ya Awûstûrya greva birçîbûnê dan destpêkirin.

Li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ên ev 21 roj in li dijî Kobanê didomin berxwedana dîrokî ya şervanên YPG-YPJ û gelê Kobanê didome. Kurdistaniyên li Ewropayê jî bi armanca balê bikişînîn ser êrîşên çeteyên DAIŞ çalakiyên xwe didomînin.

Li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li paytexta Awûstûrya Viyana di pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Komeleya Jinan a Kurd de greva birçîbûnê hat destpêkirin. Endamên Alinterî, Partîzan û ADHF jî pişrgiriyê didin çalakiyê. Greva birçîbûnê ya bi 15 kesan destpê kir tê payîn di rojên pêşiya me de tevlîbûn zêdetir bibe.

Berdevka Komîteya Greva Birçîbûnê Dîlan Amed a der barê çalakiya xwe de agahî dan got ku pêwîst e kes li hember êrîşên li dijî Kobanê bêdeng nemîne û ji Ewropa bi awayekî herî bihêz xwedîderketinek çêbibe.

Amed banga tevlîbûna ji çalakiyê re kir.