Li ber navenda SPD'ê çalakî hate lidarxistin

Li paytexta Elmanya Berlînê, çalakiyên ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê dewam dikin.

Li paytexta Elmanya Berlînê, li ber avahiya SPD'ê ku yek ji hevparê hikumeta federal e, mîtîngek hate lidarxistin.

Mîtînga li Kreûzbergê ji aliyê NAV-DEM Berlîn û Meclîsa Jinê ya DEST-DAN ve hate organîzekirin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re", "Bila mirov nemirin û li dijî tecrîdkirina Ocalan em dengê xwe bilind bikin", "Tundiya li jinê polîtîk e" hatin vekirin.

Bi navê NAV-DEM Berlîn û Meclîsa Jinê ya DEST-DAN Melek Yûla li çalakiyê axivî.

Yûla bang li parlamenterên SDP'î kir û got, "Nûnereke gel gav bi gav ber bi mirine ve diçe. Wekî din li Strasboûrg,ê Hewlêrê, Gallerê û girtîgehên li Tirkiyeyê bi sedan mirov ku destekê didin daxwazên însanî yên Leyla Guven, ji bo jiyanê li ber xwe didin. Hempîşeya we li pêş çavên dinyayê dihele, gelo hûn çawa dikarin îdare bikin? Hîn dem heye, lewma li dijî desthilatdariya faşîst a Erdogan, AKP-MHP'ê bikevin nava liv û tevgerê."

Di çalakiyê de dirûşmên "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re", "Dawî li qirkirina li Kurdistanê bîne", "Erdogan kujerekî faşîst e", "Hêzên dagiker ji Kurdistanê bicehimin", "Panzerên Elman ji Kurdistanê derkevin", "Bijî berxwedana Leyla Guven" hatin qîrîn.

Kurdistaniyên li Berlînê wê îro saet 15'an li ber Fernsehturm (Li pêşiya kûleyê) çalakiyekê li dar bixin.