Li ber kirinên PDK’ê rabin!

Ev çend hefte ne, bi hezaran Rojavayî, nexasim dayîk û jin li ber deriyê ‘sînor’ ê Sêmalkayê PDK’ê protesto dikin.

Ev çend hefte ne, bi hezaran Rojavayî, nexasim dayîk û jin li ber deriyê ‘sînor’ ê Sêmalkayê PDK’ê protesto dikin. Dixwazin cenazeyên wan gerîlayên şehîd yên PDK di êrişekê de ew qetil kirin, radestî wan bên kirin. Lê PDK ne cenazeyên şehîdan dide, ne jî derbarê aqûbeta 6 gerîlayan de ti daxuyaniyê dide. Gerîlayekî ciwan ê ji êrişa li Xelîfanê bi saxî rizgar bû, dibêje 5 gerîlla şehîd bûne, gerîlayek jî dibe ku dîl bûbû. Gerîlayê ciwan dîtiye ku hevalekî wî şer kiriye û xwestiye ji qada êriş lê pêk tê, derkeve. Ew gerîla dîl ketiye, yan şehîd bûye, ev nayê zanîn. Bi hezaran Rojavayî li deriyê Sêmalkayê dixwazin aqûbeta gerîlayan bizanin; dixwazin cenazeyên şehîdên xwe bigirin. Lê PDK jî her wekî dewleta Tirk eziyetê li malbatan dike.  

Van salên dawiyê, PDK jî li dijî muxalifan, rojnemvanan, jinan, girtî û binçavkiriyan nêzîkatiyeke dişibe ya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan nîşan dide. Li hemberî gerîlayan û malbatên wan jî kirinên Tirkiyê çi bin, wan dike. Destûr nayê dayîn kadro, sempatîzan û alîgirên PKK’ê yên li girtîgehên PDK’ê bi malbatên xwe re hevdîtinan bikin. Li dijî zîndaniyan her cûre zextê dike.

Eynî wekî dewleta Tirk bi zextê sîxûriyê ferz dike. Ji ber ku bi tenê difikire ku PKK’yî ne, gelekan ji wan bi salan di hepsan de radigire. Van hemûyan jî ji bo Tirkiyeyê razî bike, dike. Derbarê kadro û sempatîzanên PKK’ê de agahiyan hemûyan dide Tirkiyeyê. Pêkanînên ku hêzeke siyasî ya Kurd li dijî yeke din neke, PDK li dijî kadro, sempatîzan û alîgirên PKK’ê dike.

Van salên dawiyê, gelek Kurd ji ber zextên li Tirkiyeyê berê xwe didin Başûrê Kurdistanê, lewma difikirin li wir rêveberiyekî Kurd heye. Dema ev siyasetvan diçin Başûrê Kurdistanê, vê carê jî PDK zextan li wan dike. Li dijî Kurdên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê li hemberî zextan li ber xwe didin, teslîm nabin, ji bo nekevin zîndanan berê xwe didin Başûrê Kurdistanê, vê carê jî PDK zextê dike. Her wekî dewleta Tirk sîxûriyê li ser siyasetvanên Kurd ferz dike. Heta ji bo zexta sîxûriyê ya dewleta Tirk derfetê dide. Niha rêxistina sîxûriya Tirk MÎT, li Başûrê Kurdistanê telefonî gelek siyasetvanên Kurd dike û teklîfa sîxûriyê li wan dike. MÎT vê jî bi desteka rêxistina îstîxbaratê ya PDK’ê Parastinê dike. Başûrê Kurdistanê êdî ji siyasetvanên Kurd re ne cihekî ewle ye. Ji ber ku MÎT bi desteka Parastinê li ser siyasetvanên ji Bakurê Kurdistanê, şerekî qirêj û taybet bi rê ve dibe.

Dewleta Tirk bi mehan, heta salan cenazeyên gerîlayan nade malbatan. Li dijî malbatan şerekî taybet bi rê ve dibe. Wisa dike ku malbat xwedî li zarokên xwe dernekevin. PDK jî niha vê dike. Malbat ev çend hefte ne li deriyê sînor yê Rojava-Başûr li benda wergirtina cenazeyên gerîlayên şehîd in. Lê PDK cenazeyan nade. Esas dijminahiya dewleta Tirk li dijî Kurdan dike, li vir jî PDK dike. Niha ev aliyekî zilm û zexta dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd a li hemberî cenazeyên gerîlayan û malbatên wan e.

Destûrê nadin ti kes beşdarî nimêj û merasîmên cenazeyan bibe, nahêlin ti kes beşdarî merasîmên definkirinê bibe. Tevlîbûna malbat û mirovên şehîdan asteng dikin.

Dijminahiya dewleta Tirk a li dijî gerîla bi rengê êrişên li dijî goristanên gerîlayan jî xwe nîşan dide. Bi sedan cenazeyên gerîla ji goristanan derdixin, dişînin vî alî û wî alî, bi vî rengî eziyetê li malbatan dikin.

Ev li dijî nirxên mirovî, manewiyata mirovî heqareteke mezin e, zilm e û êriş e. Di dîrokê de nimûneyên ewçend êrişî miriyan dikin, ewçend heqaretê li nirx û manewiyata mirovî dikin û zilmê dikin, kêm in. Lê dijminahiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan, vê dide kirin. Niha heman tiştî PDK dike. Ma mirov dikare behsa Kurdbûna yên wisa nêzî têkoşerên doza Kurdistanê dibin, bike?

Gelo, niha mirov dikare ji PDK’ê re bêje Kurd e? Ti elaqeya vê bi Kurdbûnê re tine ye.

Ku dijminatiya PDK’ê ya li dijî gerîla û PKK’ê piştî demekê veguhere êrişa li dijî şehîdgehan, wê ne seyr be. Nêzîkatiya PDK’ê ya li dijî cenazeyên gerîla wekî pêşxebereke pêkanînên wiha ye.

Sala 1997’an ew birîndar û xaziyên li Hewlêrê hatin şehîdkirin, ew kesên li ber wan jî hatin şehîdkirin, her wiha ew ên karên çand û hunerê dikin jî şehîd bûn. Heta niha ne cenazeyê wan, ne jî cihê gora wan diyar nîne. Çawa ku dewleta Tirk ji Seyîd Riza heta Şêx Seîd û bi hezaran şoreşgerên Kurdistanê û welatparêzan, cihê gorên wan nabêje, cenazeyan bê serûşûn dike, wisa jî PDK cihê gorên gelek şoreşgeran nîşan nade. Tevî ku gelek malbat bi caran çûne Başûrê Kurdistanê û miracaetî rêveberiya PDK’ê kirine, hîna jî PDK cihê gorên şoreşgerên 1997’an hatine qetilkirin, nîşan nade. Qey li dijî van cenazeyan heqaret û êrişên wisa pêk anîne ku naxwazin bên dîtin û bên zanîn. Ti îzaheke nîşannedana gorên van şehîdan, tine ye.

Li Sêmalkayê dayîkên Rojavayî cenazeyên xwe dixwazin. PDK guhê xwe li van dengan digire. Di vê rewşê de lazim e raya giştî ya Kurd, siyasetvan, hunermend û rewşenbîrên Kurd ji PDK’ê re tiştekî bêjin. Li hemberî vê nêzîkatiya PDK’ê ya ji cenazeyan re lazim e gelê Kurd nerazîbûnê nîşan bide. Divê qet neyê pejirandin ku PDK jî wekî dewleta Tirk nêzî cenazeyên gerîlayan bibe. Divê dayîkên li Sêmalkayê bi tenê neyên hiştin. Divê gelê me yê li 4 beşên Kurdistanê li ber van kirinên PDK’ê rabe.

Li 4 beşên Kurdistanê û li derveyî welat bi deh hezaran, heta bi sedhezaran malbatên şehîdan hene. Malbatên şehîdan yên li Başûrê Kurdistanê jî di nav de, divê malbatên şehîdan yên li 4 beşên Kurdistanê û li derveyî welat rabin ser piyan û li dijî PDK’ê helwêstê nîşan bidin.

Hêvî dikim, çawa li her deverê xwedî li şehîdan derdikeve, gelê Kurd li zarokên dayîkên li Sêmalkayê jî xwedî derkeve.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA