Li ber girtîgeha Şakranê çalakî

Li ber girtîgeha Şakranê çalakî

Piştevaniya Îzmîrê bi armanca îşkenceya zayendî ya li ser jinên girtî şermezar bikin li ber girtîgehê daxuyanî dan.

Pankarta ‘Ji Girtiyên Geziyê re azadî’ hate vekirin û bê navber dirûşmeya ‘ji girtiyên Geziyê re azadî, ji girtiyên nexweş re azadî’ hat berzkirin.

Malbatên girtiyan jî piştgirî dan daxuyaniyê û di daxuyaniya ku hat dayîn de hate destnîşan kirin ku li Îmzîrê piştî berxwedana Geziyê 51 kes hatin girtin û got berxwedêr ruhê Geziyê li girtîgehê jî didomînin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku girtîgeha Şakranê ya bi îşkenceyan tê zanîn, berxwedêra Geziyê Elîf Kaya tazî lêgerîn kirine, piştî Elîf Kaya li berxwe dide, tê derbkirin û wiha hat gotin: “Burcu Koçlu ya li Girtîgeha Jinan a Şakranê hate girtin ew jî rastî heman pêkanînan hat. Koçlu ji sedî 52 astengdarae û di şert û mercên dijwar de dimîne.Divê Burcu Koçlu demildest bê tahliyekirin û krîzeke biçûk de jiyana wê dikare bikeve xeterê.”

 Çalakî bi dirûşmeyan dawî bû.