Li ber Girtigeha Gebzeye çalakiya rûniştinê didome

Dayikên Aştiyê ji bo ku destekê bidin grevên birçîbûnê yên bi mebesta rabûna tecrîda li ser Ocalan, îro meşek kirin. Çalakger piştre li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya xwe ya rûniştinê domandin.

Li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê ji 1'ê Adarê û vir ve greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.

Dayikên Aştiyê ji bo ku xwedî li grevên birçîbûnê derkevin û demildest tecrîd bi dadwî bibe, li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya rûniştinê dabûne destpêkirin.

Rêxistinên bajêr û navçeyê ya HDP'ê ya Stenbolê îro ji bo desteka li çalakiyê çûne Gebzeyê.

Piştî meşê çalakiyê berdewam kir.