Li ber avahiya NY çalakiya protestoyî
Li ber avahiya NY çalakiya protestoyî
Li ber avahiya NY çalakiya protestoyî
Kurdistaniyên li Swêdê jiyan dikin, NY ku li hemberî komkujiyên li Rojava diqewimin bêdeng dimîne protesto kirin û got: “Nebin hevkarê komkujiyên li Rojava çêdibin.”
Kurdistaniyên ku di pêşengiya Meclisên Gel ên Swêdê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY)ya li Cenewreyê hatin gel hev, komkujiyên ku komên çete ên El Nusra ya girêdayî El Qaîdeyê li Rojava pêktîne protesto kirin. Gelek kesên ku li ber avahiya NY kombûn bûn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PYD, YPG, PKK û alên KCK’ê hilgirtin, herwiha bizimanê Kurdî û Fransî sloganên “Bijî Berxwedana Rojava”, “NY ji komkujiyê re bêdeng nemîne” qîr kirin.
Li vir li ser navê Meclisên Gel ê Swêdê Hanefî Hoca axaftinek kir û bertek nîşanî bêdengiya NY ya li hemberî komkujiyên li Rojava rû didin û wiha got:
“Îro li Rojava Kurd têne qetil kirin. Dîsan weke her carê çêbûyî, ji bo cîhan qîrînên gelê Kurd nebihîse guhên xwe girtine. Em li vir di serî de bang li NY û tevayî cîhanê dikin; hûn bi bêdengbûna xwe dibin hevkarê komkujiyê. Êdî vê bêdengiya xwe xirab bikin. Ji ber ku Kurd xaka xwe diparêzin têne qetilkirin. Ên qetil jî dikin hêzên emperyalîst û xulamên wanin.”
Hoca destnîşan kir ku, Ewropaya ku El Qaîde xistiye lîsteya terorê, bêdengiya wê ya li hemberî komkujiya gelê Kurd ê sivil û bêguneh tê wateya qebûl kirinê. Hoca anî ziman ku, êdî pêwîste Ewropa vê bêdengiya xwe xirab bike û destpêkê jî pêwîste NY bikeve nava tevgerê.
Piştî axaftinên hatin kirin, dosyayekî têkildarî bûyerên li Rojava rû didin hatî amadekirin pêşkêşî rayedarên NY hate kirin. Sekreterê NY ê ku dosya girt diyarkir ku, ew dê şopdarê vê rewşê bin.