Li ber avahiya HDP'ê provokasyona faşîstên AKP-MHP'ê

Faşîstên AKP-MHP’ê yên ku di bin çavdêriya polîsan de bi alên Tirk hatin ber Navenda Giştî ya HDP’ê heqaret û gef li endamên partiyê xwarin.

Li ber avahiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di bin çavdêriya polîsan de hewldana provokasyonê pêk hat. Di dema civîna koma Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar de, faşîstên AKP-MHP'î bi pankarta weqfeke Emniyetê û çelenga reş hatin ber avahiya partiyê. Koma ku alayên Tirk di destê wan de bû di bin çavdêriya polîsan de heqaret kirin û gef li endamên partiyê xwarin.

Nûçegihanên saziyên çapemeniyê yên alîgirê hikûmetê jî bi komê re bûn. Hêjayî bibîrxistinê ye ku polîsan bi maşînên zirxî avahiya partiyê girtin û ji bo parastina komê polis derdor girtin. Kesekî di komê de gefa "Hişyar bin, dibe ku şevekê ji nişka ve em werin." xwar.

UCA JI POLÎSAN RE GOT: WE EV KOM ANÎ VIR

Endamên partiyê bertek nîşanî koma navborî dan. HDP'yiyan kom bi stranên hilbijartinê ya Kurdî û çepikan protesto kirin. Piştî belavbûna komê, Hevberdevkên Komîsyona Karên Derve yên HDP’ê Feleknas Ûca bertek nîşanî polîsan da û got, "We ev kom anî vir, we ev tişt kir."