Li Bedlîsê cerdevanan parêzvanên mafê mirovan rehîn girt!

Li Bedlîsê cerdevanan parêzvanên mafê mirovan rehîn girt!

Çend roj berê nûçeyek der barê ku li  derdora Şehîdgeha Xerzan a çoltera gundê Olek ya Bedlîsê cerdevanan kemîn daniye şûnde, heyetek ji nûnerên ÎHD û MEYADER’ê û rojnamegeran pêk dihat çûn herêm û ji aliyê cerdevanan ve rehîn hatin girtin û hatin tehdîd kirin.

Heyetek ji endamên ÎHD û MEYADER’ê pêk dihatin li ser agahiya ku cerdevanan li dora Şehîdgeha Xerzan kemîn danîne  çûn herêmê.

Heyetê ligel rojnamegeran li goristanê lêkolîn kirin û piştre çûn girê ku hat gotin cerdevanan kemîn danîne.  Heyet ji aliyê 15-20 cerdevanên gundê Hervez ve rehîn hatin girtin.

Li gorî nûçeya DÎHA’yê cerdevanan gotiye; Çi karê we li vir heye. Li vir dewlet emin. Em we bernadin. Em bi talîmata walî li virin’ û piştî tehdîdan 150 gule berdane hewayê.

Nûçegîhanê DÎHA’yê Sînan Aygul ev rewş ragîhan ji Waliyê Bedlîsê Veysel Yurdakul û got ew rehîn hatine girtin.

Li ser vê yekê Valî Yurdakul, xwest kom bê berdan. Li ser talîmatê heyet hat berdan û berbi Bedlîsê ve derketin rê.