Li Bazîd û Geverê amadekariyên Newrozê
Li Bazîd û Geverê amadekariyên Newrozê
Li Bazîd û Geverê amadekariyên Newrozê
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê û navçeya Geverê ya Colemêrgê dest bi amadekariyên Newrozê kirin.
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê amadekariyên pîrozbahiya Newrozê destpê kirin. Ji bo plansaziya Newrozê li avahiya BDP'ê civîn pêk hat. Wekîlê Şaredarê Bazîdê Vedat Tayfur, Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên navçeyê Cemîl Rizaogullari û Fatma Okçu, Endamê Meclîsa Giştî Omer Atasoy, melayên BADAY-DER'ê tevlî civînê bûn. Piştî rêzgirtinê ji bo pîrozbahiyan komîsyonên tax û gundan hatin avakirin. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê navçeyê Cemîl Rizaogullari diyar kir ku, ji bo Newroz bi hêz derbas bibe dest bi xebatan kirin û wiha got: "Em dê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya di 20'ê Adarê de pêk tê bi hêz xebatekê bikin. Em dê bi komîsyonan xebatên xwe di nava plansaziyekê de pêk bînin."
LI GEVERÊ QADA MITÎNGÊ HATE PAQIJKIRIN
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî ji bo mitînga 20'ê adarê dest bi xebatan hate kirin û destpêkê qada mitîngê hate paqijkirin. Qada her sal Newroz lê tê pîrozkirin qada futbolê ya kevin ji aliyê şaredariyê ve berfa wê hate paqijkirin. Ji ber ku qad heriye li aliyekî paqijiya berfê hate kirin li aliyê din qad hate xîzkirin.