Li Bayonneyê pîrozbahiya Newrozê

Li Bayonneyê pîrozbahiya Newrozê

Li Bayonneya herêma Bask ya Fransayê şeva din Newroz hate pîroz kirin. pîrozbahiya Newrozê bi tevlîbûna Baskî, Fransî û Spaniyan bi coşek mezin hate pîroz kirin.

Şeva din li bajarê Bayonne yê Fransayê Newroz bi coşek mezin hate pîroz kirin. Di şahiya Newrozê de Nûnerê Kurdistanê yê FEYKA’yê Necmedîn Demîralp axaftinek kir û komkujiyên Helebçe, Gazî û Qamişlo nelet kir. Demîralp got, li rexmî van hemû êrîşên hovane, dê serkeftina ya gelê Kurd yê berxwedêr be.

Demîralp balkişande ser keda jinên Kurd ya di tekoşînê de û got: “Civaka ku jin têde azad nebe, ew civak azad nîne.” Demîralp axaftina xwe bisilavdayîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd bidawî kir.

Di şahiyê de Hozan Çetîn Zîlan, Hozan Rêber û Hozan Rojda Bîter derketin ser dikê.